Rêber Ehmed: Girifta darayî rêgirî li cîbicîkirina biryara 1325 a Encûmena Asayîşê kiriye
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê ragihand, yek ji wan sedemên ku wisa kiriye biryara 1325 a Encûmena Asayîşê ya Navdewletî neyê cîbicîkirin, girifta darayî ya navbera Bexda û Hewlêrê bûye.
Hewlêr (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê ragihand, yek ji wan sedemên ku wisa kiriye biryara 1325 a Encûmena Asayîşê ya Navdewletî neyê cîbicîkirin, girifta darayî ya navbera Bexda û Hewlêrê bûye.
Îro Pêncşemê 20ê Tîrmeha 2023an, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di dema beşdariya duyemîn civîna borda Herêma Kurdistanê ya li ser cîbicîkirina biryara 1325 a Encûmena Asayîşa Navdewletî, ragihand ku yek ji wan faktorên ku rêgir bû li ber cîbicîkirina biryara 1325, giriftên darayî yên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê ye.
Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed di beşeke din a axaftina xwe de daxwaz ji civaka navdewletî kir ku di vî warî de zêdetir alîkar bin ligel wan û piştevaniya zêdetir a Encûmena Bilind a Jinan û Geşepêdanê bikin.
Rêber Ehmed eşkere kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi awayekî berdewam piştevaniya rola jinan kiriye û di çendîn boneyên cuda de tekezî li ser girîngiya cîbicîkirina biryara 1325 a Encûmena Asayîşa Navdewletî kiriye û piştevanekî sereke yê Encûmena Bilind a Jinan e.
Biryara 1325 a sala 2000ê ji aliyê Encûmena Asayîşa Navdewletî ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve derçûye ku taybet e bi parastina jin û zarokan ji milmilaniyên siyasî.