Manora deryayî ya Çîn û Rûsyayê li Deryaya Japonê dest pê kir
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê vîdeoya manoraya deryayî ya hevbeş a navbera keştiyên şer ên Rûsya û Çînê li Deryaya Japonê hat belavkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê vîdeoya manoraya deryayî ya hevbeş a navbera keştiyên şer ên Rûsya û Çînê li Deryaya Japonê hat belavkirin.
Di manoraya hevbeş de tevî keştiyên şer, Rûsya û Çîn bi hejmarek firoke û helîkopterên şer beşdarî kirine û biryar e manora bo du rojan berdewam bibe.
Ev yekem manora hevbeş a Çîn û Rûsyayê ye ji destpêka şerê Rûsya û Ukraynayê ve, armanca wê jî bihêzkirina pêwendiyên serbazî yên Moskow û Pekînê ye.