Subhî Ozgen: Em bi “Meşa Bo Kurdî” dixwazin Kurdî bibe zimanekî fermî
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzerê Kurd Subhî Ozgen ku dê roja 24ê Tîmeha 2023an ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî, ew ê ji Stenbolê heta Enqerê bimeşe, banga piştgiriyê dike.
Parêzer Subhî Ozgen ku dê roja 24ê Tîmeha 2023an ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî, ew ê ji Stenbolê heta Enqerê bimeşe, ji K24ê re ragihand, armanca vê çalakiya wî ew e ku bala dewleta Tirkiyê û raya giştî bikişîne ser mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî û diyar bike ku Kurdên Bakurê Kurdistanê û Kurdên li Tirkiyê dijî, daxwaza perwerdeya bi Kurdî dikin.
Parêzer Subhî Ozgen diyar kir, ew ê roja Duşemê 24ê Tîrmehê di demjimêr 10:30 ji qada Sultan Ehmed a Stanbolê daxuyaniyekê bide çapemeniyê û dê ji wir ve dest bi mesa xwe ya ber bi Enqerê bike.
Subhî Ozgen destnîşan kir jî, “Berî sed salî di Peymana Lozanê de, Nûnerê Tirkiyê ji welatan re got: Em Tirk û Kurd wek hev in. Lê di pişt re zimanê Kurdî hat qedexekirin. Em jî niha dixwaz dikin Kurdî bigihe statuya fermî.”
Herwiha Subhî Ozgen banga piştgiriyê kir û da zanîn, ew ê derbarê mafê perwerdeya bi Kurdî de, nameyekê ji bo Serokomarê Tirkiyê li tora civakî biweşînin û her kesê bixwaze jî, dikare beşdarî vê nameyê bibe, da ku ev name ne tenê ya kesekî be, lê belê bibe nameyeke civakî.