Çewlîg.. Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxiyê hate qedexekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxî ku dihate plankirin ji aliyê Yekîtiya Komeleyên Gêxiyan ve bê lidarxistin, ji aliyê qeymeqamtiyê ve hate qedexekirin.
Biryar bû festîvala Xweza û Çandê di navbera 12-13'ê Tebaxê de li navçeya Gêxî ya bajarê Çewlîgê bihata lidarxistin, lê bi hinceta li navçeyê qada festîvalê tune ye, ji aliyê qeymeqamtiyê ve hat qedexekirin.
Komîteya Amadekar a Festîvalê jî ragihand, “li her devera welat şahî tên lidarxisitn, lê li Gêxî qedexe dikin. Ev li dijî aqilan e. Armanca me ew e ku em bi hev re kêfxweş bibin û bi hev re xemgîn bibin. Me dixwest li ber stranên Kurdî govenda xwe bigeranda. Qedexekirina şahiyek bi vî rengî nayê qebûlkirin.”