Li Balekayetî 800 perçeyên mayin û bermahiyên şer hatin jinavbirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li herêma Balekayetî 800 perçeyên mayîn û bermahiyên teqemeniyê hatin jinavbirin.
Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mayînan/Hewlêr îro ragihand, li çala jinavbirinê ya li bilindahiyên Berdabûk yên navçeya Gelala ya herêma Balekayetî, 800 mayîn û bermahiyên şer ên ku di encama xebatên rojane yên tîmên paqijkirina mayinan de hatibûn dîtin, bi awayekî serkeftî hatin jinavbirin.
Diyar kir jî, proseya jinavbirinê di bin çavdêriya rasterast a Rêveberê Giştî yê Karûbarên Mayinan/Hewlêrê de û bi amadebûn û cîbicîkirina rasterast ji aliyê tîmeke hêzên Fransî ve û bi hevkariya pisporên warê teqemeniyan yên Herêma Kurdistanê, hêza Komando ya ser bi Pêşmerge ve birêve çû.
Di dema şerê Iraq û Îranê yê di salên 1980’an de gelek deverên sînorî yên Kurdistanê hatin mînkirin, lê heta niha bi temamî nehatine pakkirin. Navçeya Çomanê ya ser bi Îdareya Serbixwe ya Soranê ve jî, yek ji wan navçeyan e ku beşek ji sînorên wê bi mayîn û teqemeniyan hatiye çandin û bi temamî nehatiye pakkirin.