Doza kuştina 5 welatiyên Duhokî: Rûniştina duyem di Cotmehê de dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekemîn rûniştina doza kuştina 5 welatiyên Duhokî îro li 4. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bidawî bû û rûniştina duyem dê 20 Cotmeha bê kirin.

Roja 19.1.2023an, 5 welatiyên Duhokî ku ji bo çareseriya bijîşkî çûne Bakurê Kurdistanê, li nêzîkî bajarê Nisebînê ji aliyê çend çekdaran ve hatin kuştin.

Îro rûniştina yekem a vê dozê li 4mîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê birêve çû. Dadgehê jî biryar da gumanbar girtî bimînin û rûnişta duyem a doze 20 Cotmeha 2023an bê kirin.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24ê, di îdianameyê de ji gumanbarên sereke cezayê girtina hetahetayê tê xwastin, ji bergumanekî re cezaya 11 salan heta 18 salan cezayê hepsê û ji bo bergumana çarem jî, ji 8 heta 11 salan cezaya girtinê tê xwastin.