Saman Reşîd: PDK hemû amadekarî ji bo hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê kirine
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Beşê Hilbijartinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê Saman Reşîd ragihand, ji bo di beşdarbûna hilbijartinên encûmenên parêzgehan dê ligel piraniya partiyên Kurdistanî gotûbêjan bikin, ji bo di nava yek an du lîsteyan de beşdarî hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bibin.
Saman Reşîd ji K24ê re ragihand, ew wek PDKê, bi wan baş e ku piraniya aliyên siyasî ligel wan beşdarî hilbijartinên encûmenên parêzgehan bibin.
Herwiha got: PDK dixwaze hemû partiyên Kurdistanî di nava yek lîsteyê de kom bike da ku beşdarî hilbijartinan bibin, yan jî li şûna yek lîsteyê du lîsteyên bihêz ava bikin, ji dengê Kurdan li van deveran winda nebin.
Got jî: PDK heta niha li ser çawanîya pişkdarîkirina di hilbijartinên encûmena parêzgehan de digel partîyan di gotûbêjê de ye, sibe dema komîsyonê bo tomarkirina partîyên sîyasî di hilbijartinan de bidawî dibe, ji ber wê ew hêvî dikin ew dem bê dirêjkirin, ji bo ew bikarin bigihin lihevkirinekê.
Berpirsê Dezgeha Hilbijartinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê bal kişande ser wê yekê, nêrîna hinek aliyên siyasî yên Kerkûkê ligel PDKê ye.
Da zanîn jî, PDKê lêkolîneke berfireh li ser rewşê kiriye û derbarê çawaniya beşdarbûna di hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de amadehiyên temam kiriye, ji bo bikarin piraniya kursiyan bidest bixin.
Saman Reşîd got: “Rêveberiya niha ya Kerkûkê hatiye ferzkirin û cudahiyê di navbera pêkhateyên netewî de dike. Em weke PDK hewl didin rewşa Kerkûkê asayî û aram bikin.”
Biryare roja 18.12.2023an hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê ji bilî parêzgehên Herêma Kurdistanê bên kirin. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê deriyê xwe ji bo tomarkirina partiyên siyasî û hevpeymanan heta 1ê Tîrmehê û heta mehekê vekiriye.