Piştîwan Sadiq: Civîna îro ya YNK û PDKê erênî bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê şanda Partiya Demokra ta Kurdistanê (PDK) Piştîwan Sadiq ragihand, civîna di navbera polîtburoyên YNK û PDKê erênî bû.
Endamê Polîtburoya PDKê Piştîwan Sadiq li rûpela xwe yê fermî yê “Facebook” çend wêneyên civîna îro ya navbera polîtburoyên YNK û PDKê belav kirin û nivîsî: “Îro li Silêmaniyê civîneke erênî ya baş di navbera polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdfistanê hat lidarxistin.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê, mijara sereke ya civînê, lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bû.
Herwiha mijareke din a civînê jî, hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê bû, ku îro dema tomarkirina lîste û hevpeymaniyan bidawî bû.