Kalemêrê Kurd Îsmet Bozdemîr jiyana xwe bi xwendinê derbas dike
Stenbol (K24) – Kalemêrekî Kurd ê Mêrdînî karê ajaldariyê dikir û derçûyê dibistana seretayî ye, li Stenbolê dijî ji zêdeyî 60 hezar pirtûk berhev kirine û ji nivî vê zêdetir xwendine. Kurdê wek ‘Nêçîrê Pirtûkan’ tê binavkirin, ji ber xwendina zêde carekê ji çavên xwe kor bû, lê bi neştergeriyê çavê wî vebû û niha rojê 400 rûpelan dixwîne. Wî kalemêrî ji bo belavbûna xwendinê, 30 hezar pirtûk jî şandine dibistanên gundan û zindanan. Ew kalê Kurd dibêje: “Mirov ne ji kitêban divê ji bê kitêbiyê bitirse.”
Îsmet Bozdemîr: Roja ku ez kitêb nexwînim tune ye. Heya sibê min kitêb dixwend. Heta niha min ji zêdeyî 40 hezar pirtûk xwendin.
Ji çavên xwe 5 caran ameliyat bû, carekê qet nedîdît jî, sedema vê ji ber xwendina bideh hezaran pirtûkan e. Bi gotina wî ji zêdeyî 40 hezar pirtûk xwendine.
Îsmet Bozdemîr ji K24ê re got: “Carna ji bo guhdarkirina konferansan li zanîngehan rektor, dekan akademîsyen bîşkoka cakêtê xwe digirin û ji min dipirsin: ‘Mamoste, seyda tu li kîjan zanîngehê kar dikî? Di kîjan beşê de yî?’ Ez dibêjim; ‘Weleh ez li ber heywana me, li gomeyê xweytiya pez dikim, min doh ûr û rûvî paqij kirine.’ Bawer nakin, dibêjin: ‘Estaxfirilah.’ Hevalê min, min bi wan dide naskirin ji wan re dibêje: ‘Ew derçûyê dibistana seretayî ye, şivan e, bi ajaldariyê mijûl e.’ Paşê ecêbmayî dimînin.”
Bozdemîr dibêje, wî dema gêncitiya xwe rojê 3 û 4 kitêb dixwendin, lê piştî ameliyata çavên xwe niha rojê bi qasî 400 rûpel dixwîne. Ji ber egera korbûna çavan, bavê wî bi hezaran kitêbên wî jî şewitandine.
Îsmet Bozdemîr dibêje: “Bavê min ji ber rewşa min pir xemgîn dibû û ji bo ez zêde nexwînim, 10 hezar kitêbên min şewitandin tevî vê cilên min jî dişewitand. Diya min jî jê re digo: ‘Te pirtûkên lawik şewitand, te ji cilên wî çi dixwest.’ Bavê min jî digot: ‘Keçê ez ê van a jî bişewîtinim da ku cil ji lawik xwe xelas bikin lawik jî belkî xwe ji kitêban dûr bixe.’ Bavê min ne li dijî xwendinê bû. Ez jî bim tu jî bî, kî bibe jî zarokek wî ji ber xwendinê çavê wî kor bibe meriv dê bibêje tiştê ku çavê zarokê min kor kiriye çi be ez ê wê winda bikim.”
Li gor wî wek derçûye dibistana seretayî ew yekem kes e ku ji zêdeyî 60 hezar kitêb berhev kirine û ji nivî vê pirtir jî xwendine.
Îsmet Bozdemîr diyar dike: “Çaxa em diçûn nav rez û dihatin, barê li ser keran siwar dikirin û min xwe jî pê girê dida da ku dema min kitêb dixwendin kevirek li piyê ker bikeve ez li palan bim û li erdê nekevim. Bi vî awayî heta digihiştim gund min kitêbek xilas dikir.”
Bozdemîr ê wek ‘Nêçîrê Pirtûkan’ tê binavkirin, bi pisîka di erdheja li Hatayê de di bin kavilan de hate rizgarkirin dijî, hem dixwîne hem jî dide xwendin. Wî heta niha 30 hezar pirtûk jî şandine dibistanên gundan û zindanan.
Îsmet Bozdemîr: Dema radizêm jî li ber serê min kitêbek nebe, ez nikarim razêm, xewa min nayê.
Ji 50 welatan tê dE akademîsyen, xwendekar, qasid gelek kes hatine serdana wî da ku ji îlmê wî sûdê werbigirin.
Wesîyeta wî jî ew e ku piştî wî ew pirtûk neyên firotin ji bo parastina wan cîheke fireh were çêkirin.
Îsmet Bozdemîr: Bê pirtûk nabe. Meriv ji kitêban netirse, ji bê kitêbiyê bitirse.”