Rêkarên şandina mûçeyên karmendan dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêbazên şandina mûçeyên karmandan ji aliyê Hikûmeta Iraqê bo Herêma Kurdistanê dest pê kir. Tê çaverêkirin îro birek ji pereyan bikeve ser hesabê bankê yê Herêma Kurdistanê.”

Rêveberê Giştî yê Bankên Bazirganî Mewlûd Sabir ji K24ê re ragihand: “Rêkarên şandina pereyan ji Bexdayê bo Herêma Kurdistanê dest pê kiriye. Tê çaverêkirin îro 906 milyar dînar bikeve ser hesabê bankê yê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Got jî: “Hikûmeta Iraqê biryar daye mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bişîne ser hesabê bankî yê Wezareta Darayî û rêkarên vê proseyê jî dê dê were cîbicîkirin.”

Mewlûd Sabir destnîşan kir jî, “Her dema pere bigihin, em dikarin di nava 4 rojan de mûçeyên hemû karmendên Herêma Kurdistanê dabeş bikin.”

Got jî: “Eger îro ew pere bigihr, emê wan pereyan ji bankên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê re bişînin, Wezareta Darayî jî dê lîsteya dabeşkirina mûçeyan aşkere bike.”