Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata bûyera Derbendîxanê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de sersaxî li malbata bûyera Derbendîxanê kir, ku di wê bûyerê de pênc kesan canê xwe ji dest dabûn.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de sersaxî li malbata bûyera Derbendîxanê kir, ku di wê bûyerê de pênc kesan canê xwe ji dest dabûn.

Îro Çarşemê 2ê Tebaxa 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de sersaxî li Seyîd Heme Nasir kir ku duh di bûyereke xemgîn a trafîkê de li Derbendîxanê, pênc endamên malbata xwe winda kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe gihande û hêviya xwe anî ziman ku Xwedayê mezin giyanê wan bi bihiştê şad bike û sebr û aramiyê bide malbatê.

Li hember wî, Seyîd Heme Nasir bi navê malbata xwe, spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir ji bo pêwendî û hevxemiya wî.