Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê kir
Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê Ville Varjola oxir kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê dahatû de jê re xwest.
Îro Pêncşemê 3ê Tebaxa 2023an, malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtineke xatirxwestinê de ligel Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê Ville Varjola ku erkê wî bi dawî tê, spas û pêzanîna xwe ji bo hewlên wî yên pêşvebirina pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û hêviya serkeftinê di erkê wî yê dahatû de jê re xwest.
Ji aliyê xwe, Ville Varjola spasiya Nêçîrvan Barzanî û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ji ber hevkarî û piştgiriya wan a di erkê wî de, her wiha hêviya xwe anî ziman ku heman asta hevkariyê ligel cîgirê w, berdewam be.