Cîgirê Serokê Parlamentoya Urdinê bo K24: Herêma Kurdistanê bûye cihê veberhênanê
Cîgirê Serokê Parlamentoya Urdinê kêfxweşiya xwe li hember pêşketinên Herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand, ew pêşketinên li Herêma Kurdistanê hatine bidestxistin, digihe asta welatên herî pêşketî.
Hewlêr (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Urdinê kêfxweşiya xwe li hember pêşketinên Herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand, ew pêşketinên li Herêma Kurdistanê hatine bidestxistin, digihe asta welatên herî pêşketî.
Roja 3ê Tebaxa 2023an, Cîgirê Serokê Parlamentoya Urdinê Ehmed Xelayle ji Kurdistan24ê re ragihandî civîna wan a ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gelek berhemdar bûye.
Ehmed Xelayle diyar kir: “Ew pêşketina ku li Herêma Kurdistanê dirust bûye, digihe asta welatên herî pêşketî, çi di warê avakirinê de, an di warên paqijî û jêrxana aboriyê de.”
Xelayle her wiha destnîşan kir, Herêma Kurdistanê bûye cihê veberhênanê, "ku ev jî yek ji karên mezin ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û birayê me Mesrûr Barzanî ye, ji ber wê pêwendiya wî ya bihêz a ku ligel Hikûmeta Federal û Bexdayê heye".
Roja Çarşemê 2ê Tebaxa 2023an, Cîgirê Serokê Parlamentoya Urdinê Ehmed Xelayle bi serdaneke fermî gihişte Herêma Kurdistanê û li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî lê hat kirin.
Her wiha îro Pêncşemê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Cîgirê Serokê Parlamentoya Urdinê Ehmed Xelayle û şanda pê re kir.