Omêd Xoşnav: Serokwezîr bi dilgermî li benda serkeftina tîma futbolê ya Hewlêrê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw ragihand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi serkeftina îşev a tîma Werzîşê ya Hewlêrê gelek kêfxweş e.
Tîma Hewlêrê ku di pêşbirka fûtbolê ya Kupaya Iraqê de li nasnavê xwe ya yekem digere, dê îro danê êvarê, di fînalê de li yarîgeha navdewletî ya El-Şeib li Bexdayê rûbirûyî tîma El-Qiwa El-Cewiye (Hêzên Asmanî” bibe.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw aşkere kir ku ew li gel Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û çend dosyayên derbarê bilindkirina asta xizmetguzarî û berjewendiya parêzgehê de gotûbêj kirin.
Omêd Xoşnaw got jî: Li kêleka wan gotûbêjan, Mesrûr Barzanî bi dilgermî li benda serkeftina îşev ya Hewlêrê ye û tekez kir, ku ew dê maçê bişopîne.
Parêzgarê Hewlêrê amaje bi wê yekê jî kir, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê soz daye ku eger tîma Hewlêrê bi kûpayê vegere, dê lîstikvanan xelat bike.
Hewlêr ji bo cara yekem di dîroka xwe de digihe fînala Kupaya Iraqê, ku di qonaxa nîvfînalê de El-Hidûd têk bir, tîma El-Qiwa El-Cewiye tîma El-Kerx (3-1) têk biribû.
Fînala Kupaya Iraqê dê îşev demjimêr 20:00 di navbera Hewlêr û El-Qiwa El-Cewiye de were lîstin û nêzîkî 5 hezar temaşevan ji bo piştevaniyê ji Hewlêrê çûne Bexdayê.