Ozhasekî: Îsal 319 hezar zerermendên erdhejê dê xaniyan werbigin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Bajarvaniyê yê Tirkiyeyê radigihîne, ew ê îsal 319 hezar xaniyan radestî zerermendên erdhejên 6ê Sibatê bikin.

Wezîrê Bajarvaniyê yê Tirkiyeyê Mehmet Ozhasekî bibîr xist ku, şeş meh bi ser erdhejên 6ê Sibatê derbas dibin û pêvajoya îhaleya 180 hezar xaniyan temam bûye û wan li 11 bajaran dest bi avakirina wan kirine.

Mehmet Ozhasekî da zanîn, ew ê îsal 319 hezar û bi giştî jî 680 hezar xaniyan ava bikin û bidin zerermendên erdhejê.

Di 6ê Sibatê de li bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê du erdhejên bi hêza 7.7 û 7.6 rû dabûn û zêdetir 50 hezar kesan canê xwe ji dest dabûn. Herwiha zêdetir 200 hezar avahî an rûxiyabûn û an jî biryara rûxandinê bo wan hatibû dayîn. Herwiha zerer gihiştibû zêdetir ji milyonek avahiyan.