Zaroka di bin kavilên erdheja Cindirêsê de jidayik bûbû çi lê hat?

Navenda Nûçeyan (K24) – Ew zaroka ku li Cindirêsa Efrînê di dema erdhejê de di bin avahiyên herifî de jidayik bûbû û hemû endamên malbata wê bûbûn qurbanî, îro temenê wê dibe 6 meh. Ew keçik niha li cem mala meta xwe tê xwedîkirin.

Di dema erdheja 6ê Sibata 2023an a li bajarokê Cindirêsê yê li herêma Efrînê de, zarokek ku di bin kavilan de jidayik bû û bi saxî hat rizgarkirin, lê ti kes ji malbata wê nema û di bin kavilan de canê xwe jidest dan. Ew keçik niha li cem mala meta xwe tê xwedîkirin. Navê wê jî, kirin e “Efra” ku navê dayika wê ya mirî bû.

Çêroka vê keçikê, Efrayê li cîhanê deng vedabû, gelek kesan jî daxwaz kirin ku wê bibin û xwedî bikin, lê meta wê ew neda kesî û bi zarokên xwe xwe re xwedî dike.

Li gorî Xelîl Sewadî ku hevjînê meta Efrayê ye, Efra piştî şeş mehan, birînên wê winda bûn û tenduristiya wê jî baş e.

Xelîl dibêje: “Dema ku Efra mezin bibe, ez ê ji wê re bêjim ka çi hat serê wan û wêneyên dê, bav û xwişk û birayên wê nîşanî wê bidim. Me ew hemû roja din li gundê Hec Îskandar yê nêzîkî Cindirêsê bi xakê spartin, ku karmendên Berevaniya Sivîl gorên bikomî li wir ji qurbaniyên erdhejê re kolandibûn.”

Xelîl û malbata xwe piştî erdhejê 2 mehan di kampekê de mab, lê niha xaniyek li Cindirêsê kirê kiriye û wek dibêje, ti alîkarî ji wan re naçe û ew metirsîdar e ku nikarebe kirêya xaniyê xwe bide.

Roja 6ê Sibata borî, zincîreka erdhejan li deverên Bakur û Rojavayê Kurdistanê û hin navçeyên din ên Tirkiye û Sûriyê rû dan, ku nêzîkî 50 hezar kes bûn qurbanî, ji wan herî kêm 4.500 kes li Rojava û Sûriyê bûn û dehhezaran xanî hilweşiyan û ziyan gihîştinê.