Li Diyarbekirê şûştina otomobîl û mafûran hat qedexekirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji bo kêmkirina bikaranîna avê, bi awayekî demkî, şûştina otomobîl û mafûran qedexe kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji bo kêmkirina bikaranîna avê, bi awayekî demkî, şûştina otomobîl û mafûran qedexe kir.

Rêveberiya Giştî ya Av û Avrêjê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ) ji ber kêmbûna avê ya di van demên dawî de, tedbîrên ji bo kêmkirina bikaranîna avê didomîne.

DÎSKÎ piştî qedexeya şûştina ber dikanan û peyarê û hewirdorê di navbera 1-31ê Tebaxê de, niha jî di navbera rojên 8-12ê Tebaxê, bo pênc rojan li navenda parêzgehê, li 151 benzîxaneyan û li 36 kargehên şûştina mafûran, her wiha di rojên navbera 8-10ê Tebaxê de, bo 3 rojan, li 283 kompaniyên şûştina otomobîlan, şûştina otomobîl û mafûran hat qedexekirin.

Hat ragihandin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û tîmên zabiteyê yên şaredariyên navçeyan, dê li hember kesên ku pabendî vê qedexeyê nebin, cezayê dayîna 1295 lîre bisepîne.