Serokê Herêmê û Balyozê Brîtanyayê pirsa hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin

Di hevdîtinê de pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Hewlêr (K24) – Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê nû yê Brîtanyayê yê li Iraqê kir û di hevdîtinê de pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro sêşemê 8ê Tebaxa 2023an daxuyaniyek belav kir û tê de hatiye, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Brîtanyayê yê li Iraqê Stephen Hitchen kir.

Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî tevî pîrozbahiya ji bo destbikarkirinê, hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû yê Brîtanyayê xwest û hemû piştgiriyên ji bo serxistina erkê wî li Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da.

Her du aliyan pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, derfet û astengiyên li ber Iraqê di warê asayîş û aborî û saziyan de gotûbêj kirin û tekezî li girîngiya bikaranîna derfetan ji bo berjewendiya welat kirin.

Rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên cihê girîgiya hevbeş, mijarên din ên hevdîtinê bûn ku tê de Konsula Giştî ya Brîtanyayê ya li Herêma Kurdistanê Rosy Cave jî amade bû.

Roja Pêncşemê 3ê Tebaxa 2023an, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê roja 25ê Sibata 2024an wek roja encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kir û hemû alî raspartin ji bo encamdana rêkarên pêwîst.