Pisporekî erdhejê ji bo Diyarbekirê hişyariyê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Pisporekî erdhejê ji bo Diyarbekirê hişyariyê dide û dibêje, egereke mezin heye erdhejeke mezin rû bide.

Mamostayê Zanîngehê û zemînnas Prof. Dr. Nacî Gorur da xuyakirin, piştî erdhejên Mereşê, plata tektonîk a Erebî ber bi plata Awrasyayê hatiye û bakurê Kurdistanê jî xistiye bin fişarê.

Da xuyakirin, erdheja dawî ya li navçeya Yeşîlyurt ya ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 5.3 rû da jî, ne paşelerzeyek erdhejên borî ne û li ser xeteke nû rû daye.

Gorur got, hemû nîşaneyên dawî balê dikşînin li ser Diyarbekirê û her çend nikaribin behsa demê bikin jî, tê çaverêkirin ku erdhejeke mezin rû bide.