Li Edenê bi hêza 4.5 pile erdhej rûda
Li navçeya Aladag a ser bi parêzgeha Edenê ya Tirkiyê erdhejeke bi pileya 4.5 rûda.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Aladag a ser bi parêzgeha Edenê ya Tirkiyê erdhejeke bi pileya 4.5 rûda.
Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Aladag a ser bi parêzgeha Edenê, bi hêza 4.5 pile erdhej qewimî.
AFADê herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 17:36 xulekan de û 7.3 kîlometre di bin erdê de rûdaye.
Hat ragihandin ku erdhej li navçeyên din ên derdorê jî hatiye hîskirin.