Qibrisê di nava 3 rojên dawî de 115 koçberên Sûrî rizgar kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatên Qibrisê di 3 rojên borî de, 115 koçberên Sûrî yên ku di 3 qeyikan de bûn, rizgar kirin.

Polîsa Oibrisê îro duşemê ragihand, wan 18 koçberên Sûrî rizgar kirin, ku qeyika wan 5,6 kîlometre dûrî peravên başûr-rojhilatê Oibrisê bû av derbasî qeyikê bûbû.

Polîs ragihand, 11 mêr, 3 biçûk, jinek û sê zarokên wê bi qeyikekê ji bajarê Tartûsa Sûriyê ber bi Qibrisê birê ketibû û ji aliyê keştiyeke polîsan ve hatin rizgarkirin.

Ajansa fermî ya Qibrisê ragihand, piştî ku yek ji wan zarokan ji ser hişê xwe çûbû, ew jin û zarokên wê bo nexweşxaneyê hatin birin. Li gorî agahiyan, qeyika koçberan binav bûbû.

Herwiha 14 koçberên mayî jî ji bo navendeke pêşwaziyê ya li rojavayê Nikosya Paytext hatin birin.

Ev operasyona rizgarkirina koçberan piştî wê yekê tê, polîsên Qibrisê di sê rojên borî de 97 koçberên din ên Sûrî yên ku li ser du qeyikan bûn rizgar kirin.

Li gorî Wezareta Navxweyî ya Qibrisê, di mehên dawî de hejmara koçberên Sûrî yên ku bi rêya deryayê digihin wê giravê zêde bûye, tevî serlêdanên penaberiyê ji encama tedbîrên hikûmetê ji bo nehiştina hatina koçberan bi awayekî berçav kêm bûne.

Li gor amarên fermî, di heyama meha Hezîran û Tîrmeha borî de, hejmara giştî ya serlêdanên penaberiyê gihîştiye 1285 serlêdanan, ku li gorî heman heyama sala borî ji sêyekê kêmtir e.