Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî ji bo koça dawî Celal Zengabadî

Serok Barzanî ji ber koça dawî ya edîb û wergêrê navdarê Kurd Celal Zengabadî, peyameke sersaxiyê belav kir.

Hewlêr (K24) – Serok Barzanî ji ber koça dawî ya edîb û wergêrê navdarê Kurd Celal Zengabadî, peyameke sersaxiyê belav kir.

Di peyama Serok Barzanî de hatiye: “Pirse û sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û kesukar û dost û nasên xwedê jêrazî Celal Zengabadî û hemû edebdost û zana û nivîskarên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.”

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xemekî mezin ve nûçeya koça dawî ya lêkolîner û edîb û wergêrê navdarê Kurd Celal Zengabadî gihîşt min.

Pirse û sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û kesukar û dost û nasên xwedê jêrazî Celal Zengabadî û hemû edebdost û zana û nivîskarên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî Celal Zengabadî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Mesûd Barzanî

5ê Eylûla 2023an