Ebdirihman Ebdo yekem berhema xwe ya “Helbestên Hayku” çap dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Helbestvanê ji Rojavayê Kurdistanê Ebdirihman Ebdo berhemeke nû ya helbestên Hayku bi navê “Qêrînek Perçebûyî” çap kir.
Pirtûka “Qêrînek Perçebûyî” berhema yekem a nivîskar Ebdirihman Ebdo ye, ji 366 helbestên Hayku pêk tê û ji aliyê Weşanxaneya Eyqone ve hatiye çapkirin.
Helbestvan Ebdirihman Ebdo li ser vê berhema xwe ji K24ê re got: “Di vê berhema de min xwest vê curehelbestê bi awayekî rasterast têxim nav wêjeya kurdî. Di naveroka pirtûkê de (366) helbest hene, hin ji wan bi awayekî kilasîk û nûjen hatine nivîsandin. Mijarên helbestan jî cuda ne, wekî koçberî, tenêtî, rewşên şer û evînê ...hwd.”
Ebdirihman Ebdo li ser vê cureya helbestê got: “Hayku di bingeh de cure helbesteke Japonî ye, di sedsalên navîn de derket û bipêş ket li ser destê Rahîbên Bûdizmê mîna Matso Beşo û Îsa Kobaşî. Ev helbest bi rêya wergerê ji hêla Misyonêrên Rojavayî ve hatin wergerandin û bû curehelbesteke cîhanî. Ev curehelbest niha bûye cîhanî bi hemû zimanên cîhanê tê nivîsandin. Zimanê kurdî jî ne kêmtirî zimanên din e û dikare hemû curehelbestan bigire nav xwe.”
Ebdirihman Ebdo sala 1977'an li Efrînê jidayik bûye, xwendina seretayî û navîn li gund û amadehî li bajarê Helebê qedand. Wî ji dema xwendinê ve kurtehelbest û bîranînan dinivîsandin. Ji sala 1998'an ve dest bi nivîsandina bi zimenê dayîkê kiriye. Di sala 2017'an de jî dest bi nivîsandina helbestên Hayku kiriye.
Hin helbestên Hayku yên Ebdirihman Ebdo:
1-
Bangeke perçebûyî,
Biçûkek diqêre
Ka welatê min
2-
Li ser gir,
Dike bikeve
Heyva îşev
3-
Gulên Lêmûnê,
Ne tirş in
Mejehinguv dibêje!
4-
Şaxekî şikestî
Dimilmile
Zarokekî sêwî
5-
Topên çepraz
Dîwarê kon diheje;
Vedenga teqînê
6-
Bi xelekî
Li riwê asîmên digerin
Refê Qulingan
7-
Çûkan bar kir,
Kund dixwîne
Xaniyekî vala
8-
Dibistana gund
Bêdeng maye
Sîtavan jî bar kir
9-
Koçber in
Dûrî hembêza dayîkên xwe
Pelên zer
10-
Şer e
Ji kevirên reş diherike
Xwîna sor