Nêçîrvan Barzanî bo Îmaratê hat vexwendin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarbûna di Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanî (COP28) ya li Dubey ku hevdem e bi Roja Nîştimanî ya Îmarata Erebî re, vexwandnameyek ji Şah Mihemed Bin Zayid Al Nehyan wergirt.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 8ê Cotmeha 2023an pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îmaratê li Herêma Kurdistanê Ehmed Îbrahîm El-Zahirî kir.
Di hevdîtinê de, Konsulê Îmarata Erebî vexwendnameya Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan ji bo serdana Îmaratê gihandie Nêçîrvan Barzanî, ji bo beşdarî civîna Lûtkeya Çalakiya Keşûhewayê ya Cîhanî (COP28) bibe, ku dê di 1 û 2ê meha Berçileya bê de li Expo Dubai were lidarxistin û bi Roja Niştimanî ya Îmaratê re hevdem e.
Civîn di çarçoveya 28emîn Konferansa Aliyên Peymana Guhertina Keşûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî de tê, ku Îmarat serokatiya wê dike û li ser bingeha Peymana Parîsê dê mijarên taybet bi guhartina keşûhewayê û çawaniya rûbirûbûna bandorên wê û rola welatên cîhanî di kêmkirina metirsiyê wê werin gotûbêjkirin.
Derfetên veberhênana Îmarat li Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên li navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên cihê giringiya hevbeş, di civînê de hatin gotûbêjkirin.