Hejmara qurbaniyên erdheja Efxanistanê hezar kes derbas kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsên Efxanî piştrast kirin, hejmara qurbaniyên erdheja Herat li rojavayê Efxanistanê hezar kes derbas kiriye.

Desthilatên Efxanistanê duh şemiyê 7ê Cotmehê ragiohandin, serê sibê erdhejek bi pileya 6.3 li herêma heratê ya li rojavayê Efxanîstanê rû da.

Berdevkê Hikûmeta EfxanIstanê Bîlal Kerîmî di daxuyaniyekê de diyar kir, hejmara miriyan pir zêde ye û bi ser hezar kesî ketiye.

Desteya Amerîkî ya Lêkolîna Jeolojîk diyar kir, navenda erdhejê 40 kîlometre li bakurê rojavayê bajarê Heratê bûye û piştî wê 7 paşlerzeyên bi pileya 4.6 û 6.3 rû dane.

Ofîsa NY bo Hevahengiya Karûbarên Mirovî, pêşbînî dike ku hejmara kuştiyan zêde bibe, ji ber ku bi dehan kes di bin avahiyên hilweşiyayî de asê mane, û rayedar dibêjin çend gundên parêzgeha Heratê bi temamî wêran bûne.

Bajarê Heratê ku 120 kîlometre li rojhilatê sînorê Îranê ye, weke paytexta çandî ya Efxanistanê tê naskirin. Li gorî amarên sala 2019’an, nêzî 1,9 mîlyon kes li herêma Heratê dijî.

Efxanistanê gelek caran rastî erdhejan hatiye, di Hezîrana sala borî de, erdhejeke bi pileya 5.9 li parêzgeha Paktîka rû da û zêdetir ji hezar kesî canê xwe jidest dabûn û bi deh hezaran kes jî koçber bûn.

 

Fly Erbil Advertisment