Amerîka hûrkariyên arîkariyên serbazî yên nû ji bo Israîlê radigehîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê amaje da, îro Waşinton dê hûrkariyên serbazî yên nû ku biryar e pêşkêşî Israîlê bike rabigehîne.

Îro (Yekşem, 8ê Cotmeha 2023ê) Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand, ew pêdivîtî û daxwaziyên sinordar ên nû yên Israîlê ji bo wê rewşa serbazî ya ku tûş bûye li ber çav werdigirin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê di pişkeke din a daxuyaniya xwe de amaje da, bi kêmî ve îro roja Yekşemê hûrkariyên zêdetir li ser wan arîkariyên serbazî yên nû ku biryar e Waşinton pêşkêşî Israîlê bike dê bên ragehandin.

Roja Şemiyê (7ê Cotmeha 2023ê) Serokê Amerîkayê Joe Biden ragehand, bi Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu re axiftiye û amadeyiya her arîkariyekê ji bo wî tekez kiriye û behsa wê yekê jî kir, Wezîrê Bergiriyê LIyod Austin jî ji bo dabînkirina wan piştevaniyan spartiye yên ku Israîl pêdivî ye.

Joe Biden tekez li ser wê yekê kir, di şerê Hemasê de, Amerîka dê li pişta Israîlê bimîne û dê hemî rêyên guncayî ji bo piştevanîkirina Israîlê bi kar bîne.

Herwesa Serokê Amerîkayê amaje bi wê yekê jî da, bordumankirina bajar û deverên Israîlê bi hezaran moşekan di demeke kurt de, rûdaneke bitirs e û bi mafê Israîlê jî zanî ku bergiriyê ji xwe bike. Herwesa haydarî daye her aliyekî din ku ji bo dijatîkirina Israîlê êrîşên Hemasê bi derfet bizane.

Roja Şemiyê, 7ê Cotmeha 2023ê, balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li kertê Xezeyê, zêdetirî pênc hezar moşekan arasteyî deverên li jêr desthilata Israîlê û deverên Cihûnişîn kir û têla sinorî ya navbera Xezeyê û komelgeha Cihûnişîn birî.