Li Semsûrê erdhejek rû da
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Çelîxanê ya ser bi parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê ve, erdhejek bi hêza 3.7 pileyan rû da.
Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Çelîxanê ya ser bi parêzgeha Semsûrê, îro demjimêr 10:04 bi hêza 3.7 pile erdhej rû daye.
AFADê diyar kir jî, erdhej 9.55 kîlometreyan di bin erdê de rû daye.