Hevpeymaniya Erebî li asmanê Mekeyê droneke bombekirî êxist

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Hevpeymaniya Erebî bi serokatiya Siûdiyeyê ragihandin ku berevaniya asmanî ya welatê wan êrîşeke dronî ya li ser asmanê bajarê Mekeyê şikand, ku ev jî êrîşa duyê ya bi vî rengî ye ku di dema sê rojan de li ser wî bajarî bê kirin.

Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Piştevaniya li Şerîetê li Yemenê Lîwa Rukin Turkî Malikî îro În, 6ê Mijdara 2026ê, di postekî de li ser tora civakî ya Xê belav kir ku hêzên berevaniya asmanî kariye li asmanê bajarê Mekeyê êrîşeke dronî bişkînin, berî ku bigehe armanca xwe.

Ev êrîşa duyê ya dronî ye ku di dema 72 seetên borî de li ser bajarê Mekeyê tê kirin; êrîşa pêştir li roja Sêşema borî (3ê vê mehê) hatibû kirin, di eynî demê de jî du dronên din ên bombekirî li asmanê Riyada paytexta Siûdiyeyê ji aliyê sîstema berevaniyê ve hatibûn êxistin.

Li gorî zanyaran, êrîşên dronên bombekirî û teqandina mûşekên balîstîk bo ser deverên cuda cuda yên Siûdiyeyê bi awayekî berçav zêde bûne, ev jî ligel tundtirbûna şer û pevçûnên van dawiyan ên artêşa Siûdiyeyê û hêzên hevpeyman ligel çekdarên Hûsî yên Yemenê hevdem e.