Li Hewlêrê rêyek ji kesên nabînin re tê çêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Hewlêrê îro 16ê Cotmeha 2023an dest bi projeya çêkirina rêyeke taybet ji bo kesên ku nabînin hate kirin.

Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, dirêjehiya wê rêyê 4 kîlometroyan e û bi bihayê 240 milyon dînar tê cîbicîkirin.

Xoşnaw got jî: “Ev yekem car e li Iraq û Herêma Kurdistanê rêyek ji bo kesên nabînin tê çêkirin. Ev qonaxa yekem e û di paşerojê de dê plan û bernameyên me yên din ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet hebin.”

Da zanîn jî: “Îro dest bi çêkirina vê rêyê hat kirin û dê di çend rojan berdewam bike û piştre dê di xizmeta kesên nabînin de be.”

Got jî: “Weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê em tekez dikin ku hemû çîn û pêkhateyên civakê giringiya wan a taybet ji bo me hene û em ê li gorî şiyanên xwe bê cudahî xizmeta hemûyan kesî bikin.”

Herwiha Serokê Yekîtiya Nebînan got: “Ev karekî gelek girîng û mezin e. Ev rê ji bo me gelek girîng e. Ev şaristanî yê Hewlêrê nîşan dide û niha Hewlêr ber bi şaristaniyê ve diçe.”

Ev rê bi awayekî tê çêkirin ku kesên nabînin di meşa xwe de, dikarin di bin pêyên xwe de hest bi arasteyên rê bikin. Bikaranîna vê mozaîkê di plansaziya bajarvaniyê de rêzgirtinekê ji kesên nabînin re ye.

Li gor amarên Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê nêzîkî 5 hezar kesên nabînin û kêm dibînin hene.