Caner Canerîk çîrok û çîvanokên Zazakî ji bo nifşên bê diparêze
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor Neteweyên Yekgirtî Zazakî bi nemanê re rûbirû ye. Nivîskarê Kurd Caner Canerîk ku ji Dêrsimê ye, berî 15 salan ji Stenbolê vegeriya Dêrsimê û dest bi berhevkirina çîrok, çîvanok û metelokên navçeyê kiriye. Caner guhdariya pîrejin û pîremêran dike û wek ku diaxivin bi vîdyoyê tomar dike. Dibêje heta niha 300 hezar kîlometre geryaye, guh daye 600 pîrejin û pîremêran û 150 çîrok û metelok kom kirine ta ku bigihîne nifşên nû.
Nivîskar Caner Canerîk, ji Stenbolê vegeriyaye Dêrsimê. Ji bo berhevkirina çîrok, çîvanokan, meselok û helbestan gund bi gund digere û guh dide pîrejin û pîremêrdên Dêrsimê.
Tirsa Caner ew e, çîrokên pê mezin bûye, çîrokên ku ji hezaran salan bi devkî hatine gotin, winda bibin û heya kesî jê nemîne. Niha ew guh dide çîrokên curbicur û tomar dike.
Nivîskar Caner Canerîk dibêje: “Armanca min ew e, nirxên kulturî ku min ji bav û bapîrên xwe wergirtine bigihînim nifşê nû û aliyên xwedî kulturên cuda. 15 sal in li vê derê dukumantarî tomar dikim û belav dikim.”
Li ser axa Dêrsimê zêdetirî 300 hezar kilometre rê girtiye. Li navenda Dêrsimê, navçeyên Pilûr, Pilemorî û Xozatê digere, di nava sirûştê bêhempa de guh dide çîrokên ji sedan salan hatine. Caner heta niha xwe gihandiye 600 pîremêrd û pîrejinan û guh li çîrokên wan girtiye.
Caner Canerîk diyar dike: “Çanda Erdnîgariya me pir dewlemend e. Ji ber vê gund bi gund digerim. Karê herî baş ev e ku tomarkirina kultura ber windabûnê ye.”
Pîrejin û Pîremêr bi Zazakî diaxivin. Caner wek wan tomar dike û arşîv dike. Heta niha 150 çîrok û meselok kom kirine. Piraniya wan kirine pirtûk.
Planeke nivîskar Caner jî heye; ji hemû teknolojiyan û teknîkê dûrtir avakirina gundekî taybet bi çîrok û metelokan e. Hiç tiştekî modern tê de nebe. Mirov lê kom bibin û bi çîrok û metelokan demê xwe derbas bikin.