Seyandina xaniyên axî li Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rojavayê Kurdistanê, welatiyên ku xaniyên wan bi axê hatine avakirin, di Payizê de, dest bi seyandina xaniyên xwe dikin, da ku li hember baranê li ber xwe bidin.

Niha xaniyên ax bi tenê li gundan hene, gundî jî alîkariya hev dikin û bi hev xaniyên xwe diseyînin.