Piştgiriya Helmeta “Bo Her Dibistanekê Mamosteyekî Zimanê Kurdî” firehtir dibe
Diyarbekir (K24) – Helmeta “Bo Her Dibistanekê Mamosteyekî Zimanê Kurdî” berdewam e û ev helmet her ku diçe bi awayekî berfirehtir tê piştgirîkirin. Li aliyekê HEZKURD xebatên xwe didomîne û li aliyekî jî mamosteyên nav AK Partiyê de cih digirin jî piştgiriya helmetê dikin.
Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) bi rêya medyaya civakî bo xwedîlêderketina zimanê Kurdî û perwerdehiya bi zimanê zikmakî helmetek daye destpêkirin. Navê helmetê “Bo Her Dibistanekê Mamosteyekî Zimanê Kurdî” ye. Rêveberên HezKurdê didin zanîn ku ew hem dixwazin mafê waneya bijare ya zimanê Kurdî bidin bikaranîn û hem jî dixwazin vî mafî pêş bixin û berfirehtir bikin da ku hişmendiya xwedîlêderketina zimanê kurdî di nava civakê de belav bikin.
Endamê HezKurdê Hişyar Ozsûbaşi ji K24ê re got: “Ji bo ku zarokên Kurd di dibistanan de bêtirs û di dilekî serbest zimanê xwe hilbijêrin û perwerdehiya bi zimanê zikmakî bibînin, me ev helmet daye destpêkirin.”
Mamosteyên Kurd ên di nava AK Partiyê de cih digirin jî piştgiriya helmetê dikin û amaje dikin ku nirxê hevpar û nirxê derveyî siyaset û îdeolojiyê ziman e û ji ber vê yekê jî mafên derbarê perwerdehiya zimanê zikmakî de divê werin nasîn.
Mamoste û endamê AK Partiyê Eyuphan Kaya dibêje: “Bêguman ev helmet dê biser bikeve. Ti hêzek nikare li hember bidestxistina mafên ziman bisekine. Tekoşîna li dijî ziman were dayîn dê têj biçe. Ziman mafek xwezayî ye. Ez jî piştgiriya vê helmetê dikim.”
Hereketa Zimanê Kurdî bo zimanê Kurdî raportek amade kiriye ku radestî saziyên sivîl, partiyên siyasî û desthilatê bikin û 2ê Mijdarê de jî dê ji raya giştî re parve bike.