Li Misirê di bûyereke çûnûhatinê de 95 kes bûn qurbanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Misirê di bûyereke çûnûhatinê de, di navbera Qahîre û Îskenderiyeyê de, herî kêm 95 kes bûn qurbanî û hejmarek otomobîl şewitîn.

Wezareta Tenduristiyê ya Misirê ragihand, di bûyera çûnûhatinê ya li ser rêya Qahîre – Îskenderiyeyê de, 32 kes canê xwe jidest dane û 63 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Husam Abdulxeffar got, 20 ambulans ji bo cihê bûyerê hatin şandin û birîndaran ji bo nexweşxaneyan rakirin ku rewşa 3 kesan giran e.

Polîsa Misirê diyar kir, “bûyer ji ber rijandina neftê li ser rê pêk hatiye, ku hejmare otomobîl li hev qelibîn û hinek ji wan şewitîn.”