Li Aydinê lehî rabû.. 2 kesan canê xwe jidest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Aydinê ya Tirkiyeyê di encama rabûna lehiyê de, 2 kesan canê xwe jidest dan.

Şeva borî li parêzgeha Aydinê û çend deverên din ên Tirkiyê baraneke bihêz barî û li hin devaran lehî rabû.

Li gorî zanyariyan, li navçeya Soke ya parêzgeha Aydinê, 4 kes bi lehiyê de çûn. 2 ji wan canê xwe jidest dan û termên wan hatin dîtin, lê 2 kesên din winda ne û proseya lêgerîna li wan berdewam e.

Herwiha ji ber rabûna lehiyê, av derbasî hin mala bû û ziyan gihîşt xanî û otomobîlên welatiyan.