Li Riha û Dîlokê projeyên ji bo tevlîkirina penaberên Sûrî nava civakê tên vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi piştevaniya Yekîtiya Ewropayê, li bajarên Riha û Dîlokê projeyên çêkirina derfetên kar bo penaberên Sûrî tê pêşxistin ta ku bikaribin tevlî civakê bibin.

Li gor daneyên fermî, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 3 milyon û 700 hezar penaberên Sûrî hene. Lê nîqaşeke dûvdirêj li ser penaberên Sûrî didome, gelo dê werin vegerandin yan bi civakê re biguncin.

Niha bi alîkariya pareyên Yekîtiya Ewropa proje û kurs tên pêşxistin, da ku Sûrî bibin xwedî kar û pîşe û zêdetir bi civakê re biguncin.

Li gorî “AFP” Balyozê Yekîtiya Ewropa Bo Karûbarên Tirkiyeyê Nikolaus Meyer-Landrut di serdana xwe ya ji bo Rihayê de got: “Peyva yekxistinê-guncandinê rayedarên Tirkiyê bikar nayînin. Em jî dibînin rewşa niha ya Sûriyeyê bo vegerandinê ne guncaw e. Divê niha kar ji bo guncandinê zêdetir were kirin.”

Bi hevkariya Yekîtiya Ewropa, projeyên dirustkirina derfetên kar û guncandinê birêve diçe. Ji bo vê jî, bajarên Riha û Dîlok yên Bakurê Kurdistanê wek herêma taqîkirina projeyê hatine hilbijartin.

Şaredarê Navçeya Karakopru Ya Rihayê Metîn Baydîllî dibêje: “Me kargeha çêkirin û fêrkirina mafûran daniye. Li vê derê penaberên Sûrî û şêniyên Rihayê fêrî çêkirina mafûran dibin. Ji bo penaberên Sûrî bikaribin bêkêşe di nava civakê de bijîn bernameyên wiha girîng in.”

Sûriyên ji şer reviyane û ji rêveberiya Tirkiyeyê pena xwestine, bi gef û tirsa vegerê re rûbirû ne, ji ber ku koçber di destê dijbereya Tirkiyeyê de li dijî desthilatê, di destê desthilata Tirkiyeyê de jî, li dijî Ewropayê wek karteke karîger tê bikaranîn.