Peyamnêrê Kurdistan24ê: Êrîşî Balafirxaneya Herîrê hat kirin

Balafirxaneya Herîrê
Balafirxaneya Herîrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê Kudistan24ê ragehand ku êrîşî Balafirxaneya Herîrê hatiye kirin û derengî şeva borî jî bi du dronên bombekirî êrîşî eynî balafirxaneyê hatibû kirin.

Îro roja Pêncşemê, 9ê Mijdara 2023ê, peyamnêrê Kudistan24ê ragehand ku îşev careke din êrîşî Balafirxaneya Herîrê hatiye kirin. Li gor zanyaran, hêşta nehatiye tekîdkirin ka ew êrîş bi rêya dronan bû an bombebaran bû.

Peyamnêrê Kudistan24ê got: Hindek kes li nêzî wê balafirxaneyê bûn, wan jî amaje da wê yekê ku îşev di navbera seet 7:00 û 7:30 de dengekî bilind hatiye bihîstin û paşî agir li pareke wê balafirxaneyê bilind bûye. Tê zanîn ku agir berbûye yek ji kabîneyên mezin ên wê balafirxaneyê.

Herwesa got ku rê nehatiye dan tîmên agirvemirandinê jî biçin nav wê balafirxaneyê ji ber ku di nav wê balafirxaneyê de hêzên hevpeymanan tîmên agirvemirandinê hene û ew mijûlî vemirandina agirî bûn.

Li gor zanyarên Dijeterora Kurdistanê, li şeva 9ê Mijdara 2023ê jî, bi rêya du dronên bombekirî êrîşî bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Balafirxaneya Herîrê li parêzgeha Hewlêrê hatiye kirin. Li gor zanyaran, çi zirarên canî û madî jê çê nebûbûn.

Ev di demekê de ye ku li serê sibeha roja Sêşemê, 7ê Mijdara 2023ê, bi rêya sê dronên bombekirî êrîşî bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Balafirxaneya Hewlêrê hatibû kirin, lê du ji wan li asmanî hatibûn peqandin û ya din jî bê ku bipeqe keftibû xwarê.

Fly Erbil Advertisment