Zîrek Kemal: Bizav tên kirin ku Îraq û Herêma Kurdistanê bo nav şerê Israîl û Hemasê bên rakêşan

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavdêrekî siyasî amajeyê dide wê yekê ku pareke serdana Serokwezîrê Îraqê ji bo Herêma Kurdistanê peywendî bi şerê navbera Israîl û Hemasê ve hebûye. Herwesa ew dibêje: Bizav tên kirin ku Îraq û Herêma Kurdistanê bo nav şerê Israîl û Hemasê bên rakêşan.
Îro roja Înê, 10ê Mijdara 2023ê, çavdêrê siyasî Zîrek Kemal ji K24ê re ragehand ku nêrîna Serokwezîrê Îraqê her ji destpêka pêkanîna kabîneya wî li beranberî Herêma Kurdistanê erênî bûye û pareke serdana wî ji bo Hewlêrê jî peywendî bi wê nêrînê ve hebûye.
Zîrek Kemal herwesa bal kişand ser wê yekê ku pareke din a serdana Serokwezîrê Îraqê bo Herêma Kurdistanê peywendî bi rewşa Rojhilata Navîn û Asya û deverê bi rengekî tevahî ve heye, taybet ji ber şerê Israîl û Hemasê û şerê Rûsya û Ukraynayê.
Zîrek herwesa amaje da wê yekê ku ji ber hejmareke mijarên peywendîdar divê Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam di peywendiyê de bin û bi hev re kar bikin.
Navbirî di pareke din a gotinên xwe de got ku hindek kom û hêz dixwazin şerê Xezzeyê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê veguhêzin. Di vê çarçoveyê de jî, divê Îraq û Herêma Kurdistanê bi hev re berhingarî wî şerî bibin.
Li dû gotinên Zîrek Kemal, serhildana şerê vê carê yê Hemas û Israîlê ji bo wê yekê bûye ku berfireh bibe û deverê vebigire, taybet ku welatekî herêmî dest di kûrkirina wî şerî de hebûye ji bo ku şerî ji xwe dûr bike û Amerîka û Israîlê bi şerekî din ve mijûl bike. Ji bo wê meremê jî, bizav ji tên kirin ku ew şer ji bo Herêma Kurdistanê, Îraqê, Yemenê û çend cihên din bê veguhastin.