Teqe li Teymûrê Enfalê hat kirin
Teymûrê Enfalê: Wekî DAIŞê êrîşî min kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Şehîdê zindî Teymûrê Enfalê eşkere dike ku li ser rêya Dêlêje-Sengawê çend çekdarên nenas û rûnixamtî û wekî DAIŞê êrîşî wî kiriye û xwestiye wî teror bikin.
Herwesa Teymûr dibêje: Wan çekdaran ji bo kuştina min teqe li min kiriye. Baş bû ku erebeya min gulenebir bû û ez ji wê bizava teroristî rizgar bûm.
Wî daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku rêkarên qanûnî bi cih bînin û tawanbaran rûbirûyî qanûnê û dadgehê bikin.
Herwesa wî daxwaz kir ku desttêwerdan di girtina wan tawanbaran de neyê kirin û ew tawanbar bigehin sizayê xwe.
Teymûrê Enfalê yekaneyê enfalê ye, ji gorekî bikom rizgar bûye û paşî ji aliyê malbatekê ve hatiye xwedîkirin û niha jî ji bo xizmetkirina kesûkarên enfalkiriyan kar dike.
Pêştir wî destberdana xwe ji rêzên YNKyê ragehandibû û gotibû: Ji ber ku kesên nehejî anîne nav kongireya YNKyê, ez destan ji wê partiyê berdidim.
Wî amaje dabû wê yekê jî ku YNK kesûkarên enfalkiriyan piştguh dixe.