Samet Bilgîn: Kurd li hember bêrêziya li Şêx Seîd bûne yek

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî malbata Şêx Seîd dibêje, sivikatîkirinên vê dawiyê yên li dijî Şêx Seîd û serok û kesayetên diyar ên Kurd bi awayekî sîstematîk tê kirin û ev sê sal in aliyên nijadperest ên Tirkiyeyê bi berdewamî şerê nirxên netewî yên Kurdan dikin.
Endamê malbata Şêx Seîd, Samet Bîlgîn ji K24ê re got: “Berê jî nijadperestên Tirkan ji navê Şêx Seîd aciz bûn, lê niha bi awayekî zêde li sosyal medyayê ev yekê rû dide. Berî 3 salan, di 2020î de Serokê Partiya Weten Dogu Perinçek dest pê kir û piştre Serokê Partiya Zeferê Umît Ozdag bêrêzî kir, berî demekê jî aliyên komonîst ên Tirkiyeyê navê Şêx Seîd anîn. Lê li hember vê bêrêziyê jî, Kurd bûne yek.”
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê roja 6ê Berçile dîmenên xebatên Bulwara Şêx Seîd li tora xwe ya civakî parve kirin. Piştre alîyên komenîst û nîjadperest ên Tirkiyeyê bêrêzî li hember Şêx Seîd kirin.
Wek nerazîbûnekê li hember vê bêrêziyê, şeva borî wêneya Şêx Seîdê Pîran û çend rêber û navdarên din ên Kurd li ser bircên Diyarbekirê hatin daliqandin.