Rêber Ehmed û Hisên Emîr Ebdulahiyan li Cinêvê dicivin

Rêber Ehmed û Hisên Emîr Ebdulahiyan li Cinêvê dicivin
Rêber Ehmed û Hisên Emîr Ebdulahiyan li Cinêvê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê li Cinêvê civiyan û danûstandin li ser bicihanîna lihevkirina ewlehiyê ya navbera Tehran û Bexdayê kirin.

Îro (Pêncşem, 14ê Berçileya 2023ê) Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, di çarçoveya Korbenda Cîhanî ya Penaberan li Cinêvê de, bi Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Hisên Emîr Ebdulahiyan re civiya.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser tora civakî ya “X”ê nivîsiye ku, bi Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê re behsa peywendiyên dîrokî yên navbera Îraq û Îranê kiriye û danûstandin li ser zêdetir hevahengiyê û bicihanîna lihevkirina ewlehiyê ya navbera her du welatan kiriye.

Korbenda Cîhanî ya Penaberan doh (Çarşem, 13ê Berçileya 2023ê) li bajarê Cinêvê yê Swîsrayê dest pê kir û heta roja Înê dê berdewam be.

Şandeka Îraqê bi serokatiya Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û hevaltiya Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Hemeseîd tevlî wê korbendê bûye.

Rêber Ehmed di roja yekê ya wê korbendê de gotarek pêşkêş kir, behsa rewşa penaberan li Îraqê û Herêma Kurdistanê kir û amaje da wê yekê ku, li Îraqê şanaziyê bi wan destkeftiyan dikin ên ku Herêma Kurdistanê bi dest xistine, di eynî demê de di xwegirtina penaber û awareyan de jî serkeftî bûne.

Tekez jî kir, “Destûrê Federalî û Herêma Kurdistanê bi civaka navdewletî û rêkxistinên din re hevaheng in, li ser peydakirina mafên penaberan wekî dabînkirina ewlehiyê û piştevaiyê ji bo mana wan li Îraqê”.