Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Mîrê Kuweytê sersaxî li gelê Kuweytê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Mîrê Dewleta Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed El-Cabir El-Sebah, peyameke sersaxiyê belav kir.
Serokwezîr Mesrûr li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir, “Bi xemgînî me nûçeya koça dawî ya Mîrê Dewleta Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed El-Cabir El-Sebah wergirt.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Em sersaxiyê li malbata rêzdar El-Sebah û gelê Kuweytê re dixwazin. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihûştê şad bike û sebir û aramiyê bide her kesî.
Mîrê Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed El-Sebah îro di 86 saliya xwe de koça dawiyê kir.