PDK’ê herî zêde dengên Kurdan li Neynewayê bidest xistine

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê encamên hilbijartinên encûmenên parêzgehan eşkere kirin. Li gorî encamên destpêkê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hejmareke mezin a kursiyên encûmena parêzgeha Neynewayê bidest xistine.
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê encamên destpêkê yên hilbijartinên encûmenên parêzgehan eşkere kirin. Li gorî encamên destpêkê, Lîsteya 197 a PDKê li parêzgeha Neynewayê 127 hezar û 938deng bidest xistine.
Herwiha, Hevpeymaniya Neynewa ji Xelkê wê re 141 hezar û 749 deng, Hevpeymaniya Peymana Niştimanî 83 hezar û 82 deng, Hevpeymaniya Siyada 72 hezar û 787 deng, Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hesm 60 hezar û 123 deng, Hevpeymaniya Niştimanî ya Teqadum 71 hezar û 156 deng, Hevpeymaniya Azim 44 hezar û 476 deng û Hevpeymaniya Yekîtiya Xelkê Neynewayê 45 hezar û 939 deng bidest xistine.
Roja 16 û 18ê Berçileya 2023an, proseya dengdana taybet û giştî ya hilbijartinên encûmenên parêzgehan birêve çû. PDKê jî li parêzgeha Nînewayê bi lîsteya xwe ya serbixwe û bi 52 namzedên ji piraniya pêkhateyên olî û neteweyî yên parêzgehê beşdarî hilbijartinan bû.
Di hilbijartinên dawî yên encûmena parêzgeha Neynewayê de ku di sala 2013an de hatin kirin, PDKê 9 kursî bidest xistibûn, di nav wan de postên Serokê Encûmena Parêzgehê, Cîgirê Parêzgar û çend postên din di rêveberiya parêzgehê de hebûn. Vê carê jî ew hêvî dike ku roleke zêdetir di rêvebirina parêzgeha Neynewayê û proseya dubare avakirinê de bilîze û ewlehî û aramiya herêmê pêk bîne.