Tîpa Lerê ya Kurdistanê tevlî Festîvaleka Navdewletî ya Tûnisê dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîpa Lerê yekane tîpa Kurdistanê ye ku tevlî gera pêncê ya Festîvala Navdewletî ya Şanoyên Ser Cadeyan li Welatê Tûnisê dibe.

Îro (Çarşem, 20ê Berçileya 2023ê) Ekter û Şanoker Rizgar Feqê ji K24ê re ragehand, “Tîpa Lerê wekî yekane tîpa Kurdistanê li wîlayeta Kehefê ya welatê Tûnisê tevlî gera pêncê ya Festîvala Navdewletî ya Şanoyên Ser Cadeyan dibe”.

Herwesa got, “Şeş welat tevlî vê festîvalê bûne û zêdetirî 35 şanoyan dê di sê rojan de bên pêşkêşkirin. Piştî pêşkêşkirina şanoyan jî, xelat dê li ser serkeftiyan bên parvekirin”.

Herwesa Rizgar Feqê amaje da, “Berhemê me berhemê Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku dê li welatê Tûnisê bê pêşkêşkirin”.

Fly Erbil Advertisment