Li Tirkiyeyê buhayên zêr û dolarî rekor tomar kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çend rojên dawî ku ber bi sala nû ve diçe de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê; buhayên zêr, euro û dolar her ku diçe zêdetir dibe.
Li gorî amaran, dolar bi 29,2338 lîreyî û euro jî bi 32,3541 lîreyî dest bi rojê kir. Her wiha misqalekî zêr bi 1941,74 lîreyî tê kirîn û bi 1943,74 lîreyî tê firotin.
Li piyaseya azad, dolarê ku bi 29,2437 lîreyî tê kirîn; bi 29,2659 lîreyî tê firotin, euroyê jî bi 32,2634 lîreyî tê kirîn û bi 32,3978 lîreyî tê firotin.
Buhayên zêr ên rojanekirî jî bi vî awayî ne: Zêrê çaryek bi 3144,83 lîreyî tê kirîn û bi 3195,83 lîreyî tê firotin. Nîvzêr bi 6290,0907 lîreyî tê kirîn û bi 6407,9724 lîreyî tê firotin. Zêrê tam jî bi 12551,00 lîreyî tê kirîn, bi 13050,7720 lîreyî tê firotin.