Girjî di navbera artêşa Îraqê û akinciyên taxa Newrozê de çê bû
Kerkûk (K24) – Zêdebarî ku ev çend roj in hêzeka artêşa Îraqê li nav taxa Newrozê ya bajarê Kerkûkê hatiye belavkirin, îro ew hêz berhingarî akinciyên wê taxê bû.
Îro (Pêncşem, 4ê Çileya 2024ê) hêzeka artêşa Îraqê berhingarî akinciyên taxa Newrozê ya bajarê Kerkûkê bû. Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê Hêmin Delo ragehand, “Berî demekê kêm, hejmareka malbatên Ereb di wan heft xaniyên taxa Newrozê de hatin binecihkirin, ku artêşa Îraqê di çend rojên borî de tê de binecih bûbû”.
Hêmin Delo amaje da, “Akinciyên wê taxê jî rê li wê yekê girt, lewma jî girjî di navbera xelkî û artêşa Îraqê de çê bû”.
Yek ji akinciyên wê taxê ji K24ê re got, “Bi rêya artêşa Îraqê, pilana Erebîkirina taxa me tê bicihanîn û ev çend roj in ku heft xanî hatine dagirkirin”.
Herwesa got, “Em li bendê bûn ku ew hêz xwe vebikêşe, lê hejmareka malbatên Ereb aniye û li nav wan xaniyan binecih kiriye”.
Wî welatî herwesa amaje da, “Me xwast rêyê li wan bigirin, lê artêşa Îraqê berê çekên xwe da me, û bi piştevaniya wan Ereb dê di wan xaniyan de bên binecihkirin”.
Wî welatiyê Kurd daxwaz kir ku bi zûtirîn dem ew arêşe bê çarekirin, berivajî wê jî rewş dê têk biçe û îmkana çêbûna şerî heye.
Roja Sêşem, 2ê Çileya 2023ê, hêzeka artêşa Îraqê bi dehan hemerên serbazî ve bi ser taxa Newrozê ya bajarê Kerkûkê de girt, ku piraniya xwecihên wê taxê Kurd in, ew tax dorpêç kir û daxwaz ji welatiyên Kurd kir ku yekser xaniyên xwe vala bikin û derbikevin.