Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Davosê bi Wezîrê Derve yê Fînlandayê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê û Wezîra Derve yê Fînlandayê li Davosê civiyan û li ser pêwendiyên dualî bi taybetî di warê veberhênan û teknolojiyê de gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16.01.2024an li bajarê Davosê bi Wezîra Derve ya Fînlandayê Elina Valtonen re civiya.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de êrîşên li ser Hewlêrê hatin şermezarkirin. Hewriha pêşxistina pêwendiyên dualî bi taybetî di warê veberhênan û teknolojiyê de hatin gotûbêjkirin.