Zeytûnên navdar ên Dêrikê ketin bazarên Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) – Zeytûnên Dêrika Mêrdînê li Diyarbekirê ketin bazarê. Firoşkarên zeytûnan didin zanîn ku îsal bereketa zeytûnên Dêrikê zêde ye, lê bihayê wê li gorî sala borî ji 200 lîreyî derketiye 320 lîreyî. Zeytûnên Dêrikê li Diyarbekirê ligel zeytûnên Hatayê ketiye pêşbirkê û firoşkar hişyariyê didin welatiyan ku zeytûnên Dêrikê û zeytûnên Hatayê ji aliyê kalîteyê ve ji hev gelekî dûr in û divê welatî hay ji cudahiya wan her du zeytûnan hebin."

Bi meha Cotmehê re zeytûnên Dêrikê yên navdar dikevin nava bazarê ku li Diyarbekirê li bazara navdar a dîrokî ya Sûrê Zeytûnên Dêrikê li dikanan û ser rêyan tên dîtin. Firoşkarên Zeytûnan didin zanîn ku îsal li gorî sala borî bihayê zeytûnên Dêrikê zêde buye ku zeytûnên Dêrikê yên ku sala borî derdora 200 lîreyî bu îsal derdora 300 lîreyî ye û sedemek girîng a vê rewşê ew e ku hem darên zeytûnan kêm dibin hem bihayê veguhastinê her ku diçe zêde dibe.

Esnaf Adil Aydin: “Darên zeytûnan heta 1000 salan û 1500 salan jî diçin, cureyên zeytûnan ên wek xelxalî, zoncikî, gulekî, bellotî, malqebaz, kejik û mawê hene. %80yê zeytûnên Dêrikê ji Hatayê tên. Pîvanek zeytûnên dêrikê 6 hezarî heta 7 hezarî diçe û pîvanek wê jî navbera 23-25 kîlo de ye.”

Dêrik ji Diyarbekirê 90 kîlometre dûr e, bajarê Hatayê ji Diyarbekirê 500 kîlopmetre dûr e lê li Diyarbekirê zeytûnên Hatayê bi zeytûnên Dêrikê re ketiye rikeberiyê, firoşkar didin zanîn kelîteya zyetunên Dêrikê gelek baştir e, lê ji ber ku zeytûnên Hatayê erzan in û darên zeytûnan li Dêrikê kêm dibin ev rewş derdikeve holê.

Firoşkar Mehmed Murat: “Zeytûnên Dêrikê gelek avê vedixwin, zeytûnên Hatayê avê qebûl nakin û dema ava wê neye guherîn jî dibe wek hevîr.”

Firoşkar Orhan Tunç: “3 kîlo û nîv zeytûnê Dêrikê 1 kîlo zeyt ango rûn dide, 8 kîlo zeytûnê hatayê 1 kîlo zeyt dide.”

Zeytûnên Dêrikê ne tenê li Bakurê Kurdistanê li tevahiya cîhanê navdar e ku li Londan a Brîntanyayê di pêşbaziya zyetunên biqelîte de zeytûnên dêrikê buye yekem û madalyaya zêrîn wergirtiye.”