Du jêderan ji Kurdistan24ê re: Serokwezîrê Iraqê serdana Sûriyeyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo gotûbêjkirina peywendiyên dualî û pirsên girêdayî wize û ewlehiyê, tê çaverêkirin ku Serokwezîrê Iraqê di demeke nêzîk de serdana Şamê bike. Niha rêveberiya Bexdayê ji bo diyarkirina dema serdanê, li benda nirxandina ewlehiyê û bersiva aliyê Sûriyeyê ye.
Du jêderên agahdar ji Çarçoveya Hevahengiyê ji Kurdistan24ê re ragihandin, biryar e Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, bi serokatiya şandeke payebilind a hikûmetê, di dema herî nêz de serdana Sûriyeyê bike.
Li gorî heman jêderan, di hevdîtinan de pêşxistina peywendiyên navbera her du welatan dê bibe mijara sereke û bi taybetî li ser pirsên wize, petrol, aborî û hevkariya ewlehiyê gotûbêj bên kirin.
Derbarê dema encamdana serdanê de, jêderan da zanîn ku berê hatibû plankirin ev serdan beriya çûna Zeydî ya bo Urdinê pêk bihata, lê ji ber rûdan û pêşhatên nû yên li wî welatî, serdana Emmanê ket pêşiyê.
Hat diyarkirin, niha aliyê Iraqî li benda helwest û nirxandina Şamê ye. Ji ber ku biryar e aliyê Sûriyeyê rewşa ewlehiyê binirxîne û di zûtirîn dem de bersivê bide Iraqê; bi vî awayî piştî temambûna hemû amadekariyan dê dema serdanê bi fermî bê diyarkirin.
Peywendiyên di navbera Iraq û Sûriyeyê de piştî hilweşîna rejîma Esed gav bi gav ber bi asayîbûnê ve diçin. Piştî destbikarbûna Elî Zeydî wek Serokwezîrê Iraqê, Zeydî û Şera li ser perawîza civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî li Amerîkayê hevdîtinek pêk anîbûn.
Piştî guhertinên kûr ên siyasî li hundirê Sûriyeyê, welatên herêmê û bi taybetî Iraq hewl didin peywendiyên xwe yên dîplomatîk û aborî bi desthilata nû ya li Şamê re ji nû ve saz bikin. Hebûna sînorekî berfireh ê hevbeş û metirsiyên berdewam ên ewlehiyê, hevahengî û hevkariya leşkerî-ewlehiyê xistiye serê lîsteya karên her du hikûmetan.