Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekeziyê li ser aktîvkirina parlamentoyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27ê Cotmeha 2026an, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu jî amade bû, rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê hat nirxandin û tekezî li ser pêwîstiya pêşvebirina zêdetir a peywendiyên dualî hat kirin.
Di beşeke din a gotûbêjan de, behsa girîngiya çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê û avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin.