Serokwezîrên Herêma Kurdistanê û Urdinê li Davosê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistana û Serokwezîrê Urdinê li Davosê êrişên li ser Hewlêrê şermezar kirin, ku ev êriş binpêkirina nerewa ya serweriya Iraqê ye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16.01.2024an li bajarê Davosê bi Serokwezîrê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê Bişir El-Xesawne re civiya.
Di hevdîtinê de, Serokwezîrê Urdinê silavên Şah Ebdullah gihandin Serokwezîr Mesrûr Barzanî û her du alî hevnêrîn bûn li ser şermezarkirina êrîşên li ser Hewlêrê ku binpêkirin û destdirêjeyeke nerew li ser serweriya Iraqê ye.
Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşdebirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê bi taybetî di warê veberhênan û pevguhartinên bazirganî de gotûbêj kirin.